Li Rûsya û Ûkraynayê çalakiyên ji bo Rojava
Li Rûsya û Ûkraynayê di Roja Rojava ya Cîhanê de dagirkeriya dewleta Tirk hate şermezarkirin.
Li Rûsya û Ûkraynayê di Roja Rojava ya Cîhanê de dagirkeriya dewleta Tirk hate şermezarkirin.
Di 2'ê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê de li Rûsya û Ûkraynayê Kurd û dostên wan li dijî dagirkeran daketin qadan. Di çalakiyan de dagirkeriya dewleta Tirk hate şermezarkirin.
MOSKOWA
Nûnerên Saziyên Kurdan ên li Rûsyayê li Navenda Çanda Kurd a Moskowayê bi rengekî hevpar daxuyaniyek ji raya giştî re ragihandin. Hevserokê Yekîtiya Saziyên Civaka Kurd a Navneteweyî Araf Azamanî bi navê nûnerên saziyan axivî û got, "Erdogan dixwaze tola DAÎŞ'ê ji Kurdan hilîne. Dinya hemû bi têkiliya dewleta Tirk a bi DAÎŞ'ê re zane. Lewma yên ku niha êrîşî Rojava dikin artêşa Tirk û çeteyên DAÎŞ'ê ne."
Li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Bilind a Tirk a li Moskowayê jî çalakiyeke şermezarkirinê hebû. Çalakgeran bi pankart û wêneyên komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine kirin bal kişandin ser sûcê ku dewleta Tirk li Rojava li dijî mirovahiyê dike.
SAÎNT PETERSBÛRG
Li bajarê Saînt Petersbûrg ê Rûsyayê komek ji ciwanan li pêşiya Konsolosxaneya Tirk li hev kom bû û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir. Ciwanên Rûs bi wesîleya 2'ê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê çalakî pêk anîn û wêneyên sivîlên li Rojava ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin hildan. Her wiha ji Rûsyayê xwestin ku tevlî projeyên hevpar ên bi Tirkiyeyê re nebe û li Rojava hîn bêhtir li dijî dagirkeriya Tirk tevbigere.
KÎEV
Li paytexta Ûkrayna Kîevê jî ciwan li pêşiya Serkonsolosxaneya Tirk li hev kom bûn û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.
Ciwanan wêneyên jin û zarokên ji ber êrîşên dewleta Tirk hatin qetilkirin hildan û diyar kirin ku dewleta Tirk bi komên terorîst êrîşî Kurdan dike.