Li Romanyayê bi hezaran kes derketin kolanan

Li Romanyayê derbarê hin sûcan yasa hatin nermkirin, li ser vê bi hezaran kes li Bukreşê derketin kolanan û protesto kirin.

Çalakî li ber avahiya hikûmetê pêk hat û 5 hezar kes tevlî çalakiyê bûn. Çalakvanan tim gotin, ‘’Em ê nehêlin’’.

Di navbeyna jandarma û çalakgeran de gelek caran pevçûn derket, 8 kes hatin destgîrkirin.

Çalakvan dibêjin sistkirina qanûna cezayê wê têkoşîna dijî gendleliye sist bike.

Li parlamentoyê ku parttiyên çepgir xurt in, Duşemê hin guherînên qanûna cezayê hatin qebûlkirin. Li gorî muxalefetê ev guherîn ji bo parastina sûcdaran e. Li gorî guherînê sûcên ku mirov pê werin girtin kêm dibin û dema lêpirsînê kurt dikin.

Li gorî Serokkomar ê rastgir Klaus Iohannîs piraniya guherîna qanûnan ji bo parastina kesê xurt ê çepgir Lîvîu Dragnea ye. Dragnea dibêje divê kesê ku serok be girtina wan were dijwarkirin.

Demokratên sosyal 2017’an piştî ku hatin ser kar bi demeke kurt hewl dan ku qanûna cezayê nerm bikin. Vê jî kir ku li kuçeyan çalakiyên ku berê mînakên wê nebûn, pêk werin û hikûmetê jî neçar mabû gava xwe bi paş ve bavêje.