Li Rojhilat grev û çalakî, li Îranê xwepêşandan dewam dikin
Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê tevî gef û êrîşên hêzên dewleta Îranê dewam dikin.
Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê tevî gef û êrîşên hêzên dewleta Îranê dewam dikin.
Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê ‘polîsên exlaqî’ ya dewleta Îranê destpê kir, her diçe mezin dibe. Li ber vê mezinbûnê jî êrîşên hêzên dewletê ya ji bo dawîkirina çalakiyan jî bê navber zêdetir û bi tundtir dibe.
Li Tehranê hêzên ser bi dewleta Îranê ve bi çekê êrîş birin ser xwendekarên Tehranê û hinek xwendekar birîndar bûn.
Duh şev xwepêşandêr li taxa Awayî Seqiz daketin kolanan agir dadan û dirûşmên azadiyê qîr kirin. Hemwextî çalakiyan dikan û bazar jî hatin girtin.
Li bajarê Bokanê jî grev hebû, dikan û bazar girtî man û dîsa karker neçûn ser kar. Her wiha li bajarê Merîwanê jî ji bo bîranîna Çileya şehîdên Zahîdan bazar û dikan girtî man.
Şênî li bajarê Qurwe jî daketin qadan û nerazîbûn nîşan dan. Hemwext xwendekarên keç jî li kolanan bi dirûşman nerazîbûn nîşan dan.
Li Sineyê jî grev hebû, dikan û bazar hemû girtî bûn.
Xwendekarên li Zanîngeha Hûnerî ya Tewrêz bi şanoyekê bal kişand ser qetilkirina xwepêşandarên li Zahêdan.
Di çileya ‘Înê ya bixwîn a Zahêdan’ de dikan nehatin vekirin.
Li ser rêya navbera Sine-Dîwandere hêzek zêde hatin dîtin.
Du girtiyên siyasî yên Belûc bi navê Raşîd Belûc û Îshaq Askanî li Girtîgeha Zahêdan hatin darvekirin. Ev du girtî berî 5 salan bi sûcê kuştina 7 leşkerên dewletê li sînorê Belûcistanê hatibûn girtin û cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.
Li gorî agahiyên ji herêmê tên dewleta Îranê hewl dide bi tundî û êrîşên ser xwepêşandanan bikare dawî li çalakiyan bîne. Ji bo vê bi tundî berê xwe daye ser çalakvanan û gefa kuştin û êrîşan lê dikin.
Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ji destpêka xwepêşandanan heta niha herî kêm 304 kes ku 41 ji wan zarok in, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin.
Fikar hene ku ev hejmar pir zêdetir be.