Li Rojavayê Kurdistanê Yekemîn ajansa nûçeyan

Li Rojavayê Kurdistanê Yekemîn ajansa nûçeyan

Yekemîn ajansa nûçeyan bi navê Hawar (ANHA) li Rojavayê Kurdistanê di 1 Adarê de fermî dest bi weşanê dike.

Di salên 1930’an de, li Rojavayê Kurdistanê ji mala Mîr Celadet Bedirxan ragihandin bi Kovarekî hat destpêkirin. Piştî Kovarê li Rojavayê Kurdistanê ragihandin bi  rengên cuda hat meşandin.

Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê yekemîn Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) hat avakirin, Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) di 1 Adarê de fermî dest bi weşana xwe dike. Ajansa Nûçeyan a Hawar bi zimanê Kurdî, Erebî û Îngilîzî dê weşana xwe bike. Navnîşa Ajansa Nûçeyan a Hawar (www.hawarnews.com) e.