Ji Remzî Kartal sererastkirina gotina ‘telekonferansê’
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal diyar kir ku gotina wî ya “Rêber Apo bi rêya telekonferansê beşdarî kongreya PKK’ê bû” tê de behsa peyama wî ya 27’ê Sibatê dikir.
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal diyar kir ku gotina wî ya “Rêber Apo bi rêya telekonferansê beşdarî kongreya PKK’ê bû” tê de behsa peyama wî ya 27’ê Sibatê dikir.
Hevserokê Kongreya Gel a Kurdistanê (KONGRA GEL) Remzî Kartal ku beşdarî bernameyek ya Stêrk TV û Medya Haber’ê bû de, li ser lidarxistina 12’emîn Kongreya PKK’ê axivî. Kartal serastkirinek derbarê gotina xwe ya “telekonferans” kir û got ku gotinên wî yên derbarê beşdarbûna Rêber Apo ya kongreyê bi rêya telekonferansê şaş hatine fêmkirin.
Kartal beşdarî bernameyek ya Medya Haberê bû de, got ku gotinên wî yên di bernameya Rojev ya Stêrk TV’yê de şaş hatine fêmkirin û wiha got: “Di gotinên min de şaş fêmkirinak çêbû. Divê serastkirin bê kirin. Min xwestibû îşaretek li ser dîmenê vîdyo ya ku Rêber Apo di 27’ê Sibatê, bikim. Li wir Rêber Apo jixwe peyama pêwîst dide. Wek ku telekonferansek cuda pêk hatibe hate fêmkirin. Min pêwîstî dît ku vê sererast bikim. Ez tevlî kongreyê nebûm. Kongre di mercên cuda de hatiye kirin. Em jî di çarçoveya agahiyên ku di çapemeniyê de derketine de bûn xwedî agahî. Telekonferans şaş fêmkirinek bû. Min behsa peyama Rêber Apo ya di 27’ê Sibatê de kir.”