Waliyê Rîoyê civîneke çapemeniyê lidar xist û got ku ew alîkariyê didin malbatên 12 kesên ku jiyana xwe ji dest dane.
Walî di daxuyaniya li ser X’ê dayî de, wiha got: “Karê wan ê sereke alîkarî dayîna mexdûran e.”
Lehî û hezînên erdê bandor li taxên li bakurê herêma Rîoyê kir.
Roja Duşemê li şaredariya Dûqûe de Caxîas gelek kesan hemû tiştên xwe ji dest dan. Mexdûran bi bot û rêbazên cudatir hewl dan ku derbasî herêmên di bin avê de mane bibin û kel û pelên xwe yên di malan de mayî rizgar bikin. Li hin sektoran asta avê gihişt 1,50 metreyê.
Li hin rêyan ji ber baranê av gihişt asta kaportayên wesayîtan, vê yekê bandor li trafîkê kir. Bi neçarî hin guzergahên otobusan û stasyonên metroyan hatin girtin.