Li Québecê ji ber germê 70 kes mirin
Li eyaleta Québecê ya Kanadayê ji ber germa zêde 70 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li eyaleta Québecê ya Kanadayê ji ber germa zêde 70 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Rayedarên tendirustiyê yên herêmê diyar kirin ku 34 kesan li Montrealê jiyana xwe ji dest dane ya ku paytexta ekonomiyê ya eyaletê ye.
Li rojhilatê Kanadayê ji serê meha Tîrmehê ve pêleke hewaya germ bû serdest. Lê bi tenê li eyaleta Québecê ji ber germê mirovan jiyana xwe ji dest dan.
Di sala 2010’an de ji ber germa zêde li herêma Monrealê nêzî 100 kesan jiyana xwe ji dest dan.