Li Qûdsê di şer de zêdeyî 250 kes birîndar bûn

Li Qûdsê di şerê şeva Înê de zêdeyî 200 Fîlîstînî û 17 leşkerên Îsraîlê birîndar bûn.

Ji bo tevlî nimêja În a dawî ya meha Remezanê bibin, nêzî 70 hezar kes li dora Mizgefta El Aksa ya li Qûdsê li hev civiyan. Çend hezar kesî jî li Şêx Jarrah a li bakurê Qûdsê çalakiya şermezarkirinê li dar xistin.

Di şer de bi giştî 205 kes birîndar bûn.

Di nûçeya rojnameya Haaretzê de hate ragihandin ku girseya gel bi rengekî aram ji hev belav bû, lê belê piştî ku polîsên Îsraîlê gule li mirovan reşandin, aloziyê rû da.

Rojnameyê ragihand ku polîsan her wiha bombeyên ku çavê mirovan dişewitînin avêtin nava derdora Mizgefta El Aksayê ku mirovan xwe lê girtibûn û ji êrişê û vir ve 88 Fîlîstînî rakirine nexweşxaneyê.

ÎŞEV JÎ DI ŞER DE HERÎ KÊM 53 KES BIRÎNDAR BÛN

Di vê navberê de hate ragihandin ku di şerê şeva bihurî de herî kêm 53 kes birîndar bûne.

Kedkarên tenduristiyê diyar kirin ku şer bi giranî li rojhilatê Qûdsê qewimiye.

Li gorî daxuyaniya berdevkê Heyva Sor a Fîlîstînê îşev di şer de 53 kes birîndar bûne.

Heyva Sor a Fîlîstînê diyar kir ku 17 kes bi fîşekên plastîk birîndar bûne.