Li Qudisê şer: Nêzî 170 kes birîndar bûn

Li Qudis a mehên borî bûbûn qadên şer, duh şev di navbera polîsa û Filistîniyan de şer derket û bi sedan kes birîndar bûn.

Şerê li barê kevin ê ji bo Yahûdî û Misilmanan yek ji cihê herî girîng ê îbadetê ye şer ji nû ve destpê kir. Şerê ku mehên borî ji ber qedexeya ketina hundir a herêmê derketibû, bi vekirina ketina herêmê ya hefteya borî kêmtir bûbû.

Li gorî daxuyaniya Xaça Sor a Filistîn kirî, duh şev de li herêma Mizgefta Mescît-î Aksa, di navbera polîsên Îsraîl û xwepêşanderên Filistînî de şerekî dijwar qewimî ye. Li gorî daxuyaniyê herî kêm 163 kes birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya Xaça Sorê jî, ji birîndaran nêzî 80 kes hatine rakirina nexweşxaneyê.

Li gorî polîsên Îsraîlê jî, di şer de bi kêmanî 6 kes birîndar bûne.

Li bajarê kevin Mizgefta Kubbet-us-Sehra, Mescît-î Aksa, dîsa Girê Perestgeh û Dîwarê Girînê ya ji bo Yahûdiyan mekanên pîroz û dîsa Dêra Pîroz a Kabîr ji bo Xiristiyanan girîng jî heye.