Li Qûdisê êrîş: Gelek mirî û birîndar hene

Li Qûdisê bi kamyonekî êrîşî cihê ku leşker lê kom bibûn hate kirin. Di encam êrîşê de gelek kes mirin û birîndar bûne.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Îsraîlê de cih digirin, li semta Armon Hanatzîv a dikeve Başûrê Qûdisê kamyon bi ser qelebalixê de ajot, di encama êrîşê de 3 kesan jiyan xwe ji dest da, her wiha nêzî 15 kes jî birîndar bûne.

Li gorî rojnameya Jerûsalem Postê, kesê êrîşkar di dema mudaxelekirinê de hatiye kuştin.

Hat diyarkirin ku cihê lê êrîş hate kirin ji aliyê welatiyên herêmê, gerok û tûrîstan ve pir dihat ziyaretkirin.

Polîsên Îsraîlê destnîşan kirin ku "Êrîşekî terorî" ye, lê agahiyên têkildarî kê kiriye yan jî ji aliyê kê ve hatiye kirin neda.