Li Qabûlê li nêzî Wezarata Karên Hundir dengê teqîn û çekan

Li Afganîstanê, li nêzî Wezareta Karên Hundir a li paytexta Afganîstan Qabûlê dengê teqînan û çekan hate bihîstin.

Li gorî nûçeya 1TVNews ku nûçeya xwe sparte hêzên ewlehiyê, li nêzî avahiya Wezareta Karên Hundir dengê teqîn û çekan hat.

Berdevkê Wezareta Karên Hundir Necîp Daniş ji AFP’ê re axivî û got, "Rast e, li cihê kontrole yê nêzî Wezarata Navxwe dengê teqîn û çekan tê." Encamên êrîşê wê zelal nebûne.

Tevgera Talîbanê beriya bi 10 rojan bi daxuyaniyekê gotibû, ji bo kesên sivîl nemirin bang kiribûn ku şêniyê Qabûlê ji cihên leşkerî dûr bin.

LI LOGARÊ ÊRÎŞA BI SER QEREQOLÊ DE: 6 POLÎS MIRIN

Her wiha li eyalata Logarê ya ku 70 kîlomtreyî li başûrê rojhilat ê paytextê dimîne, li navenda rêveberiyê Talîbanan êrîş bire ser qereqola polîsan.

Hate ragihandin li qereqolê bi kêmanî 6 polîs hatine kuştin. Jêderkên polîsan gotin 3 êrîşkar ketin nav qereqolê û her sê jî hatine kuştin. Diyar bû ku êrîşê 3 saetan dom kiriye. Her wiha di encama êrîşê de 8 sivîl jî birîndar bûn.

Ji destpêka Remazanê ve li Efganîstanê êrîşên li ser hêzên ewlehiyê zêde bûne.

Talîbanan ji Nîsanê ve operasyon dabûne destpêkirin. Di operasyonê de tê armanckirin, "Amerîkiyên dagirker û alîgirên wan werin çewisandin, kuştin û girtin."

LI KANDAHARÊ 3 MEKANÎST HATIN KUŞTIN

Her wiha li başûrê welêt Kandaharê bombeya ku di wesayitekê de hatibû bicihkirin teqiya û 3 mekanîsyen hatin kuştin.