Li Pragê 250 hezar kes ji bo îstifakirina Serokwezîr meşiyan

Li paytexta Komara Çekê Pragê Yekşemê zêdeyî 250 hezar kes daketin qadan û ji bo îstifakirina Serokwezîr Andrej Babis meşiyan.

Li gorî rêxistina civakî ya sivîl a bi navê 'Ji bo demokrasiyê milyon dem' ku yek ji amadekarên meşê ye, zêdeyî 250 hezar kes tevlî çalakiyê bûn.

Meş ji sala 1989'an û vir ve ji dema hilweşîna komunîzmê ve çalakiya herî mezin a li Komara Çekê tê dîtin.

Çalakgeran meydana Letna bi rengekî sembolîk dagir kirin ku ev meydan bi xwepêşandanên mezin ên li dijî rejîma totalîter a berê tê naskirin.

Di meşê de pankartên bi nivîsa "Babis istifa", "Ji Serokwezîrê xwe şerm dikim" û "Êdî bes e" hatin hildan.

Ji meha Nîsanê û vir ve li Prag û bajarên din ên Komara Çekê li dijî Serokwezîr çalakiyên protestoyî tên kirin.

Serokwezîr Andrej Babis ku damezrînerê şîrketa berhemên çandiniyê ya Komara Çekê ye, der barê wî de par bi îdîaya ku fona Ewropayê ya ji du milyon Euroyî desteser kiriye îdîaname hatibû amadekirin. Serokwezîr jî sûcdariyan red dike û îdîa dike ku ev sûcdarî li dijî welatê wan êrîşek e.

Tevî nerazîbûnan jî di hilbijartinên Parlamenta Ewropayê de yên meha Gulanê tevgera populîst a Babis ANO bi ser ketibû.