Li Port Sûdanê eşîr bi hev ketin: 25 kes mirin

Li bajarê Port Sûdanê ku duyemîn mezintirîn bajarê Sûdanê ye, di şerê navbera eşîran de herî kêm 25 kes mirin, 87 kes jî birîndar bûn.

Şer roja Yekşemê dest pê kir. Tevî ku polîsan hêzên xwe yên li herêmê zêde kirin jî şer heta roja Sêşemê dewam kir.

Rayedarên herêmî li temamiya bajarê ku nifûsa xwe 500 hezar e derketina derve qedexe kir.

Li gorî çavkaniyên tenduristiyê, di şer de herî kêm 25 kes mirin, 87 kes jî birîndar bûn.

Li gorî şahidan jî, endamên eşîra Nubî ku komeke etnîkî ya xwecihî ye li dijî waliyê nû li Eyaleta Kordofan a Başûr çalakiya protestoyî dikirin û dema ku ji çalakiyê vedigeriyan, roja Yekşemê ketin taxa Dar-ul Naîm ku keleha eşîra Benî Amer e.

Tê gotin ku şerê çekdarî jî bi vî rengî dest pê kiriye, lê belê dijminatiya her du eşîran zûdeyî dewam dike.