Li Polonyayê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin ê ku ji Tirkiyeyê çûye

Li Polonyayê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin ê ku mûhbîrê Abdûlhamîd Abaaûd e yê ku komkujiya sala 2015’an a li paytexta Fransa Parîsê plan kiribû. Kesê bi navê Mûrad T li Tirkiyeyê bi Abaaûd re hevdîtin pêk anîbû.

Mûrad T. yê ji eslê xwe Fasê ye li Polonyayê hate girtin. Dozgerê Plonyayê wiha got; “Di dema lêpirsînê de hate tespîtkirin ku Mûrad T ji Kanûna 2014’an heya Îlona 2016’an  di nava rêxîstina terorîst ya ku di nava navnetewî de weke Dewleta Îslamê tê binavkirin û beşdarî rêxistina sûç ya bi çek bûye”. Li gorî medyaya Polonyayê Mûrad T. beriya 18 mehan hatiye binçavkirin.

Dozgeriya Polonyayê ji diyar kir ku Mûrad T. yê 28 salî ku ji bajarê Casablanca yê Fasê ji dayik bûye di 5’ê Îlona 2016’an de hatiye binçavkirin. Îddîanameya ku têkildarî wî şandine dadgeha herêma Katowîce ya dikeve başûrê welat. Tê payîn ku ji 6 meh heya 8 salan ceza ji bo Mûrad T. were dayîn.

Li gorî dozgeriyê Mûrad T. mûhbîr û keşifkarê Abdûlhamîd Abaaûd e. Abaaûd yê ku weke mejiyê komkujiya Parîsê ya 13’ê Mijdara 2015’an ku 130 kesan jiyana xwe ji dest dabû, tê dîtin. Abaaûd di 18’ê Mijdarê bi operasyonekê li Parîsê hatibû kuştin.

Hate ragihandin ku Mûrad T. bi taybet di dawiya sala 2014’an de li bajarê Edîrne yê Tirkiyeyê bi Abaaûd beşdarî civînê bûye. Çeteyên DAIŞ’ê Sûfîan Amghar û Kahlîd Ben Larbî jî ku di 15’ê Çileya 2015’an de li bajarê Vervîers yê Belçîkayê hatibûn kuştin, beşdarî civînê bûne.

Hatibû diyarkirin kesên di êrîşên salên dawî yên li Ewropa pêk hatibûn, ji Tirkiyeyê derbasî Ewropayê bûbûn.

Hate ragihandin ku sûcdar xwe weke zarokekî Sûriyeyî daye naskirin û gelek nasnameyên sexte bi kar aniye. Li gorî dozger sûcdar li Avûstûrya, Yewnanîstan û Macarîstan, li gelek welatên Yekîtiya Ewropa û li Sirbîstan û Tirkiyeyê maye.