Li Perûyê protesto didomin

Li Perûyê piştî ku serokkomar ji aliyê kongreyê ji peywirê hate stendin, protestoyan dest pê kir. Heta niha di şerê di navbera polîs û gel de 60 kesan jiyana xwe ji dest dane, bi sedan kes jî hatine destgîrkirin.

Polîs bi gaz û fîşekên plastîk li xwepêşanderan didin. Xwepêşanderan jî barîkat ava kirin. Di van şeran de heta niha 60 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Serokê berê yê dewletê Pedro Castîllo di 7’ê Kanûnê de ji aliyê kongreyê ji peywirê hatibû stendin. Piştî vê biryara kongreyê protestoyan dest pê kir. Xwepêşander serokê nû yê dewletê Dîna Bolûarte qebûl nakin.

Heta niha di van xwepêşandanan de 200 xwendekar hatine destgîrkirin. Çalakiyên protestoyê li 41 bajaran didome. Xwepêşanderan dora çiyayê volkanîk ê Maçû Pîçû girtin. Ji ber vê tûrîst li çiya asê man. Li çiyayê Maçû Pîçûyê tûrîst jî di nav de 400 kes hatin destgîrkirin.