Li peravên Yewnanistanê keştiya koçberan noqî avê bû
Hate ragihandin ku piştî keştiyek koçberan li peravên Girava Agathonîssî (Girava Keran) a li Behra Egeya Başûr noqî avê bû, jinekê jiyana xwe ji dest da û 18 kes hatin rizgarkirin.
Hate ragihandin ku piştî keştiyek koçberan li peravên Girava Agathonîssî (Girava Keran) a li Behra Egeya Başûr noqî avê bû, jinekê jiyana xwe ji dest da û 18 kes hatin rizgarkirin.
Keştiya ku koçber tê de bûn di derdora seat 06:00’an de, li peravên Girava Agathonîssî, ku yek ji arşîpelên Dodecanese ye noqî avê bû.
Heya niha derbarê nasnameya kesên di keştiyê de û rewşa qezayê de ti agahî nehatine bidestxistin.
Rayedarekî ji buroya çapemeniyê ya polîsên benderê daxuyanî da AFP'ê û diyar kir ku jinek jiyana xwe ji dest daye, 18 kesên ku ji aliyê ewlekarên peravê ya Yewnanîstanê ve hatine rizgarkirin wê sewqî girava Samosê ya li nêzî herêmê bikin.
Weke welatên din ên Behra Spî, Yewnanistan jî îsal rastî zêdebûna hejmara koçber û penaberan tê. Li gorî Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), ev hejmara ku di tevahiya sala 2022’an de 18 hezar û 700 bû, di navbera Çile û destpêka Mijdara 2023’an de gihişt 38 hezar û 448’an.
Tevî xebatên rizgarkirinê yên ku rayedarên Yewnanistanê bi alîkariya Frontex (Ajansa Çavdêriya Sînor a Ewropayê) pêk anîn, li herêma Ege ya Rojhilatê Derya Spî gelek trajedî rû dan.
Yek ji qezayên herî giran ên li vê herêmê di 14’ê Hezîranê de pêk hat: Keştiyê ku ji Lîbyayê diçû Îtalyayê di 15 deqîqeyan de li peravên Pylosê li başûrê Yewnanistanê noqî avê bibû, herî kêm 82 kes xeniqîn û bi sedan kes jî winda bûn.
Di vê karesatê de sûcdariyên cidî yên berpirsyariya rayedarên Yewnanistanê hene. Hikûmeta Yewnanistanê bi wê yekê tê tawanbar kirin ku ji bo ketina koçberan li welat sînordar bike, koçberan ji rêyên neqanûnî vedigerîne û muameleyek xirab li hember wan pêk tîne.
Di meha Cotmehê de ji ber binavbûna keştiyên koçberan ên li peravên Mîdîllî û Sombekê yên Egeyê 4 kesên din jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî winda bûn.