Li peravên Spanyayê bi sedan koçber hatin rizgarkirin
Li peravên Spanyayê di operasyonan de bi sedan koçber hatin rizgarkirin.
Li peravên Spanyayê di operasyonan de bi sedan koçber hatin rizgarkirin.
Li gorî daxuyaniya saziya parastina sivîl a Spanyayê, li Neqeba Cebelîtarik û Derya Alboranê koçberên li dehan bot û keştiyan hatin rizgarkirin.
Daxuyanî li ser twîtterê hate weşandin û hate ragihandin ku 484 kes ji mirinê hatine rizgarkirin.
Li gorî daneyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ji 1'ê Çileyê heta 18'ê Tîrmehê, hejmara koçberên hewl dane xwe ji deryayê bigihînin Spanyayê 18 hezar û 653 ye. Piraniya koçberên xwe gihandin Spanyayê welatiyên ji Gîne, Malî, Morîtanya û Fasê ne.
294 KES MIRIN
Li gorî daneyên IOM'ê, ji destpêka salê û vir ve 1.489 koçber li Derya Spî mirine ku herî kêm 294 ji wan li ser rêya Spanyayê mirine.