Li peravên Lîbyayê 92 penaber hatin rizgarkirin

Rêxistina civaka sivîl SOS Méditaranée ragihand ku li peravên Lîbyayê di keştiyekê de 92 penaber rizgar kirine. Beriya hefteyekê jî 39 penaber hatibûn rizgarkirin.

Endamên keştiya alîkariyê ya bi navê Ocean Vîkîng bi hewara keştiyekê ve çû ku ji ber şerê li Lîbyayê direviya.

Hate ragihandin ku operasyona rizgarkirinê şevê din hate kirin û di operasyonê de 92 kes hatine rizgarkirin.

Di nava kesên hatine rizgarkirin de 5 jin û 38 zarok hene. Kesên operasyona rizgarkirinê kirine ragihandin ku demeke kurt de bi hêvîne ku peravekî bi ewle bibînin. Di rewşa heyî de yekîneyên ewlehiya sahîl ya Lîbyayê kapasîteya wan a rêveberiya opeasyonên rizgarkirinê nîşan nadin.

Şeva 17’ê Çileyê jî Ocean Vîkîng di keştiyekê de 39 kes rizgar kiribû. Penaberên hatibûn rizgarkirin piştî 4 rojan li peravên Pozzello ya Îtalyayê hatibû danîn.

DI NAVA 5 SALAN DE ZÊDETIRΠ 9 HEZAR KOÇBER MIRIN

Li gorî Rêxistina Koçberî ya Navnetewî di sala 2019’an de li Derya Spî hezar û 283 penaber mirin. Ev rêya di navbera Bakurê Efrîqa û Îtalyayê de ji bo penaberan bûye goristan. Di nava 5 salan de herî kêm 19 hezar û 164 kes di vê rêyê de mirin.