Li peravên Îtalyayê cenazeyên 27 koçberan hatin dîtin

Li herêma Calabrîa ya li başûrê Îtalyayê, keştiyek li peravên bajarê Crotoneyê noqî binê avê bû. Cenazeyên 27 koçberan hate dîtin.

Li peravên bajarê Crotone yê li herêma Calabrîa ya li başûrê welêt, keştiyek ku koçber tê de bûn noqî binê avê bû.

Li gorî medya Îtalyayê herî kêm 27 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ajansa Nûçeyan a Îtalyayê ANSA'yê ragihand ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane dibe ku 30 kes bin, lê belê li deryayê hîn jî karê lêgerînê dewam dike.

Ajansa AGÎ jî ragihand ku keştiya koçber tê de bû, barê xwe gelekî giran bû û bi pêlên deryayê re parçe bûye.

Tê gotin, pitikek çend mehî jî yek ji wan kesan e ku jiyana xwe ji dest dane.