Li Parlamentoya Ewropayê lêpirsîna nelirêtiyê hat kirin

Di çarçoveya lêpirsîna li ser nelirêtiya ku welatekê Kendavê kiriye de, 4 kes li Belçîkayê hatin destgîrkirin.

Li gor daxuyaniya ji aliyê dozgeriya federal ve hat dayîn, di çarçoveya lêpirsîna li Parlamentoya Ewropayê hatiye kirin de bi gumana ku welatekê Korfezê li Parlamentoya Ewropayê nelirêtî kiriye bi ser gelek cihan de hatiye girtin.

Dozgeriyê navê welatê Korfezê ku lêpirsîn li ser hatiye kirin neda. Lê li gor Rojnameya Le Soîr a Belçîkayî Katar e.

Hat diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsînê de li 16 cihan lêgerîn hatiye kirin, kompîter, telefon û pere hatine desteserkirin.

Dozgeriyê ragihand ku yek jê parlamenterek Ewropayê ya/ê berê, 4 kes hatine destgîrkirin.