Li Parîsê bi hezaran antî-faşîst meşiyan

Ji bo bîranîna çalakgerekî antîfaşîst ku di 2013’ê de ji aliyê rastgiran ve hatibû qetikirin, li paytexta Fransa Parîsê bi hezaran antî-faşîst  meşiyan.

Li Parîsê meşa ‘”antîfa” hate lidarxistin. Ji Spanya Yewnanîstan û Îtalyayê dayikên ku zarokên xwe winda kirine jî beşdarî meşê bûn.

Di meşê de wêneyê xwendekarê fakulteya zanîsta hejmarî Clêment Mêrîc hate rakirin yê ku li navenda Parîsê di şerekî bi rastgiran re di 2013’an de hatibû kuştin.

Çalakgeran dirûşmeya ‘Li taxên me rê ji faşîstan re nîne’ berz kirin, li aliyê din şîddeta polîsan hate protestokirin û peyaman piştevaniya bi koçberan re hate dayîn.

Her serê meha Hezîranê antî-faşîst ji bo bîranîna Mêrîc li Parîsê dimeşin. Piştî mirina Mêrîc hikûmetê ji ber nerazîbûnên zêde gelek komên rastgir fesh kiribû. 4 êrîşkar jî hatibûn darizandin.