Li Papuaya Gîneyê Nû hezaz çêbû: Herî kêm 670 kes mirin

Rayedarê Neteweyên Yekbûyî yê li Papua Gîneyê Nû, diyar kir ku di encama hezaza axê de ya roja Pêncşemê li welatê Pasîfîka Başûr 670 kes mirine.

LI PAPUAYA GÎNEYÊ NÛ HEZAZ ÇÊBÛ

Rayedarê koçberiyê yê Neteweyên Yekbûyî Serhan Aktoprak roja Yekşemê li paytexta Papua Nû Gîneyê Port Moresby ji AFP'ê re axivî û got, "Tê texmînkirin ku zêdeyî 150 xanî hilweşîne û 670 kes mirine."

Roja Pêncşemê di saet 15:00’an de li eyelata Enga ya navenda welat kareseta xwezayî rû da û ji sedî zêdetir kesên ku di bin axê de mane jiyana xwe ji dest dane.

Aktoprak got, "Rewş gelek tirsnak e, hezaza axê dewam dike. Av diherike û ev yek ji bo her kesên li wir xeteriyeke mezin derdixîne holê" û anî ziman ku roja Yekşemê zêdeyî hezar mirov neçar man ji herêma karesatê birevin.

Gundê navborî xwedî nifûseke nêzî 4 hezar kesî ye û ji ber cihê wê ji bo gelek karkerên kana zêr ên li herêmê bû noqteya kombûna ba hev e.