Li Papûa Nû Gîneyê herî kêm 31 kes ji ber erdhejê mirin
Li Papûa Nû Gîneyê, erdheja herî dijwar a sedsala dawî rû da.
Li Papûa Nû Gîneyê, erdheja herî dijwar a sedsala dawî rû da.
Erdhej roja Duşemê bi dijwariya 7.5 pileyî rû da. Li gorî bîlançoya dawî herî kêm 31 kes mirin.
Ev bîlanço li gorî gotinên şahidan e. Fikar hene ku bîlanço girantir be. Hin gundik di binê axê de man.
Gelê li herêmê ji ber erdhejê bi şev li derve dimînin. Erdhejê zerar li rê, pîstên balafiran û xetên telefonê kir.