Li Palmayê ku çeteyan dagir kiriye mirov ji bêgavî koç dikin

Li Mozambîkê ku çeteyan êrîş biriye ser mirov qadên jiyanê ji bêgavî diterikînin.

Li bakurêrojhilat ê Mozambîkê ku ji Çarşemê û wir ve çete êrîşê tînin ser mirov ji bêgavî şûnwarên xwe berdidin.

Heta niha bi bi dehan sivîl hatine kuştin, bi sedan jê winda ne.

Piştî ku çeteyan li bakurêrojhilat ê Mozambîkê êrîşa çekdarî bire ser bajarê Palmayê bi hezaran mirov ji bêgavî mal û milkê xwe berdan û gelek mirov hatin kuştin. Her wiha tê gotin bi sedan mirov winda ne.

Palma ku yek j ibajarê peravê yê Mozambîkê ye, 10 km dûrî sîteya gazê ya şîrketa peyrolê ya Fransiz Totalê ye.

Palma piştî şerê 48 saetan ketibû destê çeteyên çekdar.

Rayedarên Mozambîkê diyar kirin heta niha bi dehan kes mirine, bi sedan kes winda ne.

Çeteyên ku radigînin ew bi ser DAÎŞ'ê ve ne ev 3 sal in li herêmê ku piranî Misilman lê dijîn li herêmê hewl didin hebûna xwe biparêzin. Çeteyan roja Çarşemê ji sê eniyan ve êrîş anîbûn ser herême ku bi Tanzanya re sînor e û bajar piştî şerê 48 saetan dagir kiribûn.

Şahidên ku ji rêxistinên civaka sivîl re axivîn gotin çete li gel redişînin û cenazeyan li erdê dihêlin.