Li Pakistanê tren şewitî: Herî kêm 65 kes mirin

Li herêma Pencab a Pakistanê trenek şewitî û herî kêm 65 kes mirin.

Li gorî medya Pakistanê li navçeya Rahim Yar Han a Pencabê trenek şewitî.

Wezîra Tenduristiyê ya Herêmê Yasmin Raşid ji AFP'ê re ragihand, ku herî kêm 65 kesan jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 60 kes jî birîndar bûne.

Wezîra Mafên Mirovan a Pakistanê Shirin Mazari di Twitterê de daxuyaniyek weşand û ragihand ku ji ber teqîna tupê gazê şewatê rû daye û ji xizmên qurbaniyan re sersaxî xwest.

Li gorî medya civakî dema ku di trenê de xwarin dihate çêkirin teqînê pêk hatiye.