Li Pakistanê, li otela ku sefîrê Çînê lê bû teqînek pêk hat

Li Pakistanê, li oteleke luks a ku Sefîrê Bilind ê Çînê jî lê dima teqînek pêk hat. Hate ragihandin ku gelek kes di encamê de mirine. Hikumeta Hindistanê hate sûcdarkirin.

Bûyer li herêma Belucistanê ya dagirkirî ya li başûrrojavayê welêt qewimî. Li oteleke luks a li paytexta Belucistanê Quettayê, teqînek pêk hat ku tê texmînkirin 'êriş' e. Wezîrê Karên Hundir Şêx Raşîd Ahmed anî ziman ku li gorî agahiyên destpêkê, di encama teqînê de herî kêm 4 kes mirin.

Wezîr diyar kir ku di teqînê de herî kêm 12 kes jî birîndar bûne. Yek ji mêvanên otelê, Sefîrê Bilind ê Komara Gel a Çînê yê li Îslamabadê û delegasyoneke Çînê bû. Hate ragihandin ku Sefîrê Bilind û delegasyona pê re di dema teqînê de li derveyî otelê bûn.

Balkêş e ku Wezîrê Karên Hundir piştî teqînê Hindistan sûcdar kir. Lê belê wezîr têkildarî vê sûcdariyê ti delîl pêşkêş nekir.

Belucistan ku welatê xelkê Belûcî ye û di navbera Îran û Pakistanê de hatiye parvekirin, beşa wê ya li aliyê Pakistanê ji aliyê gaza xwezayî û madenê ve gelekî dewlemend e. Lê tevî vê yekê jî xelkê wê xizan hatiye hiştin. Tê zanîn ku Komara Gel a Çînê di çarçoveya Projeya Rêya îpekê de bi milyaran dolarî razemenî li vê herêmê kiriye.