Li Pakîstanê ji ber êrîşa li mîtîngekê herî kêm 15 kes mirin

Li Pakîstanê di dema mîtînga partiyeke siyasî de êrîşeke xwekujî hate kirin. Tê gotin ku ji ber êrîşê herî kêm 15 kes mirine.

Êrîş li bajarê Peşawarê di dema mîtînga Partiya Neteweyî ya Avamî (ANP) de hate kirin. Ji ber êrîşê herî kêm 15 kes mirin, 66 kes jî birîndr bûn.

Hate ragihandin ku namzetê parlamenteriyê yê ANP'ê Harûn Bîloûr jî ji ber êrîşê miriye. Siyasetmedarekî din ê ji malbata Bîloûr Başir Ahmed Îloûr jî sala 2012'an ji ber êrîşekê miribû.

Li gorî polîsên Peşawarê, di êrîşê de herî kêm 8 kîlogram teqemenî hatiye bikaranîn.