Li Pakistanê hejmarê miriyan derket 87’an

Di êrîşa xwekujî de ya duh li eyaleta Hyber Pahtunhva ya Pakistanê di dema nimêja nîvroyê de li mizgeftekê hat kirin, hejmara miriyan derket 87’an.

Piştî êrîşa xwekujî ya duh li hemberî mizgefteke li bajarê Peşaver ê li bakurê rojavayê welat di dema nimêja nîvro de hat kirin, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.

Reuters’ê ragihand ku hejmara kesên di êrîşa xwekujî de jiyana xwe ji dest dane derket 87’an û dermankirina nêzî 57 birîndaran jî didome. Hat ragihandin ku rewşa 7 ji wan birîndaran giran e.

Hat diyarkirin ku êrîş duh li gorî dema herêmî saet di 13.00 de hate kirin. Rayedaran diyar kirin ku êrîşkar di rêza ewil a mizgeftê de bûye û di wê saetê bombe teqandiye.

Hikûmeta Hayber Pahtunhva li seranserê eyaletê rojek şînê ragihand.