Li Pakistanê êrişa xwekujî: Herî kêm 8 leşker mirin

Li gorî daxuyaniya artêşa Pakistanê, bi wesayiteke bombebarkirî êriş li leşkergehekê hate kirin. Di encamê de 8 leşkerên Pakistanê mirin.

Êriş li bajarokê Bannu yê li bakurrojavayê eyaleta Hayber Pahtunhvayê hate kirin ku herêmeke çiyayî ya li ser sînorê Efganistanê ye û bûye hêlîna komên Îslamî.

Êriş piştî daxuyaniya Serokwezîr Şehbaz Şerîf bi çend hefteyan hate kirin ku ji bo van koman gotibû 'Em ê wan ji kokê rakin'.

ÊRIŞÊ 26 SAETAN DEWAM KIR

Li gorî artêşa Pakistanê destpêkê deh milîtanan hewl dan bikevin leşkergehê ku leşker û malbatên wan lê diman.

Hate ragihandin ku piştî êrişa 26 saetan milîtanan 'wesayita bombebarkirî li dîwarê derdorê' xistin û bi vî rengî zerar dan avahiyê. Di encamê de jî 8 leşker û hêzên paramîlîter mirin. Artêşê diyar kir ku di şer de 10 êrişkar jî hatin kuştin.

Li gorî rayedarekî rêveberiya herêmî yê payebilind ku ji AFP'ê re axivî û nexwest navê xwe eşkere bike, pênc şervanên ku êlekên bombekirî li xwe kirin, ketin leşkergehê. Rayedar diyar kir ku 141 kes birîndar bûn.

Koma Ceyş ê Mûhammed berpirsyariya êrişê li xwe girt û diyar kir ku wan 'xisareke girîng' dane artêşa Pakistanê.

Artêşa Pakistanê koma Ceyş ê Mûhammed sûcdar dike ku li Efganistanê kar dike û çalakiyên terorê li Pakistanê dike.

Piştî ku Talîban di Tebaxa 2021'ê de li Efganistanê bû desthilatdar, tê gotin li Pakistanê êriş zêde bûne.