Li Pakistanê di êrîşa Talîbanê de 6 polîsan jiyana xwe ji dest dan

Li bakurê rojavayê Pakistanê, hêzên Talîbanê li ber polîsan kemîn danî û 6 polîs kuşt.

Tarikullah Khan ku yek ji berpirsê îdarî yê parêzgeha Xyber Pakhtunkhwa ye daxuyanî da nûçegihanê AFPê û got ku di êrîşa çekdarî da 6 polês hatin kuştin.

Hate ragihandin ku danê sibehê kesên çekdar li pêşiya wesayîta polîsan a li gundê Şebab Hel digeriya, kemîn danîne.

Tevgera Talîban a Pakistanê (Tehrik-i-Taliban Pakistan-TTP) êrîş li xwe girt.

Di daxuyaniya nivîskî de hat diyarkirin ku endamên TTP’ê yên ku êrîş pêk anîne bêyî ku ti windahî bidin vekişiyane.

TTP xwe wek komeke ji Talîbana Afganî cuda nîşan dide. Lê îdeolojî û dîroka wan yek e.

TTP'ê bi taybetî di navbera salên 2007-2014'an de li Pakistanê gelek êrîşên giran kir.

Pakistan îdia dike ku TTP ji axa Afganîstanê êrîş organîze kiriye. Kabîl van sûcdariyan red dike.

Di meha Gulanê de bi navbeynkariya Afganîstanê danûstandinên di navbera nûnerên Pakistanê û TTP de dest pê kiribûn.

TTP di Hezîranê de "heta daxuyaniyeke din" agirbest îlan kir. Lê belê dema ku agirbest dewam dikir, şerê di navbera aliyan de didome.