Li Pakistanê bi pileya 5.8 erd hejiya

Li rojhilatê Pakistanê bi pileya 5.8 erd hejiya, ji ber erdhejê xelkê herêmê daketin kolanan û avahiyek hilweşiya.

Enstitûya lêgerînên jeolojîk a Emerîkyaê USGS diyar kir ku navenda erdhejê li 22,3 kîlomtere bakurê bajarê Jhelûm yê di navbera sînorê herêma Keşmîr û Pencap de pêk hat.

Erdhej 10 kîlometere dibin kurahiya erdê de bi pileya 5.8 pêk hat. Erdhej li beşeke mezin yê eyaleta Pencap û hinek herêmên eyaletên Hayber-Pahtûnhvayê hate hîskirin.

Li bajarê Mîrpur ku parçeyek ji Keşmir a Pakistanê ye avahiyek hilweşiya Û herî kêm 50’î kes birîndar bûn.