Li Pakistanê balafira rêwiyan kete xwarê

Li bajarê Karaçî yê pakistanê balafireke rêwiyan kete xwarê ku zêdeyî 100 kes tê de bûn.

Balafira rêwiyan a Rêyên Hewayî ya Navneteweyî ya Pakistanê li bajarê Karaçî yê li herêma başûrê welêt kete xwarê.

Li gorî dîmenên ji aliyê televîzyonên xwecihî ve hatin weşandin, balafir li ser jîngehekê dikeve.

Rayedaran diyar kirin ku balafir ji Lahorê bi hewa ketibû û 99 rêwî û 8 personel tê de bûn.

Artêşa Pakistanê li ser Twîtterê daxuyaniyek weşand û ragihand ku wan yekîneya destwerdana lezgîn şandine herêmê.

Ev felaket, çend roj beriya serbestkirina seferên navxweyî rû da. Zêdeyî mehekê seferên balafiran ên navxweyî ji ber vîrûsa koronayê hatibû rawestandin.

Pakistan ji aliyê ewlehiya hewayî ve xwedî sicîleke nebaş e. Qezayên balafirên leşkerî û sivîl û helîkopteran timî lê dibe.

Qezaya mezin a herî dawî Kanûna 2016'an bûbû û 47 kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Qezaya herî giran a salên dawî jî di sala 2010'an de bûbû û 152 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.