Li Pakistanê 22 kes ji ber erdhejê mirin

Li Pakistanê ji ber erdheja Sêşemê ya bi tundiya 5.2 pileyî 22 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya artêşa Pakistanê yek jê leşker 22 kesan jiyana xwe ji dest dan. Rayedaran diyar kirin ku bi sedan kes jî birîndar bûn.

Enstîtuya Lêkolînên Jeolojîk ên Emerîkayê (USGS) ragihand, ku erdhej li bajarê Jhelum ê navbera herêmên Pencap û Keşmîrê bi 22.3 kîlometre li bakurê bajêr pêk hatiye.

Beşeke girîng a herêmên eyaleta Pencapê û eyaleta Hayber-Pahtûnhvayê bi erhejê hesiyan ku tundiya wê 5.8 pile bû.

Pakistan ku li sînorê navbera plakayên tektonîk ên Hindistan û Avrasyayê de ye, li qadeke ku metirsiya erdhejê lê heye.