Li Nîkaragûayê krîza siyasî: 86 mirî, 860 birîndar

Li Nîkaragûayê, hejmara mirovên di xwepêşandanên dijî hikumetê de mirin bû 86 kes. Zêdeyî 860 kes jî birîndar bûn.

Li Nîkaragûayê zêdeyî meheke li dijî hikumetê xwepêşandan tên kirin. Mûxalefetê û Serokkomar Daniel Ortega roja Duşemê li hev kirin ku li ser 'demokratîkkirina rejîmê' ji nû ve dest bi danûstandinan bikin. Di berdêla vê sozê de hate xwestin ku beşek ji bendên li ser rê werin rakirin.

Nûnerên mûxalefetê û Ortega xwestin hemû çalakiyên şîdetê biqedin û bal kişandin ser mafê xwepêşandana aştiyane.

Her du aliyan, şewitandina avahiya radyoya "Ya" ku alîgirê hikumetê ye û êrîşa polîsan ku avêtin ser Dibistana Endezyariyê ya li Managûayê şermezar kriin. Di navbera xwendekarên zanîngehê û polîsan de şerekî dijwar qewimîbû.

Xwepêşandêrên dadikevin qadan daxwaza îstifaya Daniel Ortega dikin. Nûnerên mûxalefetê jî dixwazin hilbijartina Serokkomariyê ku wê sala 2021'ê bê kirin, bi rengekî pêşwext bê kirin. Lê belê hikumetê ev yek red kir û weke "ajandaya darbeyê" bi nav kir.

Xwepêşandanên protestoyî 18'ê Nîsanê bi nerazîbûna xwendekaran a li dijî reforma teqawîtiyê dest pê kirin û li nava girseya gel belav bûn.