Li Nîkaragûayê dîsa şer dest pê kir: Zedetirî 170 kuştî hene

Li Nîkaragûayê piştî ku muzakereyên di navbera hikûmet û beşên muxalîf ên civakê de qut bûn dîsan xwepêşandanên bi tundiyê dest pê kirin.

Serokê dewleta sosyalîst Danîel Ortega xwest di serî de teqawidî û gelek herêmên ewlehiya civakî jî nav de reforman çêbike, lê li dijî van reforman di meha Nîsanê de xwepêşandan hatibûn lidarxistin. Piştî ku muzakere bê encam man xwepêşandan dîsan dest pê kirin.

Duh di xwepêşandanên li dijî hikumetê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û hate zanin ku di hinek xwepêşandanên li bajarên din de xwepêşandanên bombeyên bi destan hatine lidarxistin. Tê ragihand ku li bajarê Masayê ciwanan qereqoleke polîsan ev 2 hefteye dagir kirine. Li bajarê ku 2 kes lê mirin herî kêm 32 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku hejmara kesên di xwepêşandanên ji meha Nîsanê ve jiyana xwe ji dest dayîn herî kêm 170 kesin.

Li welatê Amerîka Navîn Nîkaragûayê, xwepêşandanên protestoyî 18'ê Nîsanê bi nerazîbûna xwendkaran a li reforma teqawîtiyê dest pê kir. Piştre pêl bi pêl belav bû û veguherî çalakiyên protestoyî yên girseyî. Beşek ji civakê destnîşan dike ku Ortega desthilatdarî 'desteser' kiriye û şert û mercên giran ên jiyanê protesto dikin. Ortega ku berê gerîla bû, piştî ku ji sala 1979'an heta 1990'î welat bi rê ve dibir, sala 2007'an ji nû ve bû desthilatdar.

Piştî ku reform bi paş ve hate vekişandin ji bo ku dawî li xwepêşandanan were bi hewldana Dêra Katolîk di navbera rêxistina civaka sivîl û partiyên siyasî de ji bo lihevkirinê hevdîtin hatibûn kirin.

Lê belê piştî ku hevdîtin bê encam bûn xwepêşandan ji nû ve dest pê kirin.