Li Nîkaragûayê bîlançoya şer giran dibe

Hate ragihandin ku li Nîkaragûayê ji meha Nîsanê ve di çalakiyên protestoyê yên didomin de heta niha herî kêm 212 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Serokê dewleta sosyalîst Danîel Ortega xwest di serî de teqawidî û gelek herêmên ewlehiya civakî jî nav de reforman çêbike, lê li dijî van reforman di meha Nîsanê de xwepêşandan hatibûn lidarxistin û xwepêşandananan de şerê çekdarî hatibû jiyîn.

Li gorî bîlançoya ji aliyê Komîsyona Mfê Mirovan a Navbera Welatan ya Amerîkayê (CIDH) ve hatî weşandin, di şerê di xwepêşandan yên heta 19’ê Hezîranê de heta niha 212 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di çalakiyan de hezar û 337 kes jî birîndar bûne.

Li gorî daneyên CIDH’ê heta 6’ê Hezîranê zêdetirî 500 kes di girtîgehan de ne.

CIDH rapora Rêxsitina Dewletên Amerîka (OEA) nîşan da û ragihand ku dewlet  ji bo astengkirina beşdarbûna çalakiyan û ji bo tepisandina muxalefetê şidetê bikartîne û bang li hikûmeta NÎkaragûayê kir ku çareseriyeke  di nava destûra bingehîn, demokratîk û aştiyane de pêk bîne.

Li welatê Amerîka Navîn Nîkaragûayê, xwepêşandanên protestoyî 18'ê Nîsanê bi nerazîbûna xwendekaran a li reforma teqawîtiyê dest pê kir. Piştre pêl bi pêl belav bû û veguherî çalakiyên protestoyî yên girseyî. Beşek ji civakê destnîşan dike ku Ortega desthilatdarî 'desteser' kiriye û şert û mercên giran ên jiyanê protesto dikin. Ortega ku berê gerîla bû, piştî ku ji sala 1979'an heta 1990'î welat bi rê ve dibir, sala 2007'an ji nû ve bû desthilatdar.