Li Nîjeryayê lêhî rabû: 100 kes mirin
Ji ber karesata lêhiyê ya li Nîjeryayê pêk hat, kêmanî 100 kes mirin. Rêveberan di asta neteweyî de karesata xwezayî îlan kir.
Ji ber karesata lêhiyê ya li Nîjeryayê pêk hat, kêmanî 100 kes mirin. Rêveberan di asta neteweyî de karesata xwezayî îlan kir.
Ji ber baranên werzê, çemê Nîjer û Benûe teqiyan. Jîngehên jiyanê û cotkar man dibin avê de, bi deh hezaran kes di malên xwe de asê man.
Ji Ajansa Netewî ya Rewşên Lezgîn (NEMA) Sanî Dattî ji AFP’ê re axivî û got: “Li çar eyaletan karesata xwezayî hate îlankirin.”
Eyaletên mijara gotinê Kogî, elta, Anambra û Nîjer ya ye. 8 eyalet jî di bin çavdêriyê de ne. Dattî got: “Yên herî zêde bandor lê hatin kirin ev eyalet in. Li 10 eyaletan kêmanî 100 kes mirin.
Kogî û Nîjer li navenda welat cih digirin. Delta û Anambra jî li başûrê welat cih digirin.
Li gorî NEMA’yê, li çemên Nîjer û Benûe rêjeya bilindbûna avê roja Yekşemê li Lokaja yê jî bilidn bû û gihişte 11,06 metreyan.
Sala 2012’an dan bi heman şêweyî av bilind bibû û rê li ber ziyanên mezin vekiribû. Di vê karesatê de li 36 eyaletan zêdeyî 30 kesî miribûn, 2 milyon kes jî bê mal bibûn.