Li Nîjeryayê ji ber êrîşekê zêdeyî 130 kes mirin

Li bajarokekî eyaleta Kadûna ya li bakur rojavayê Nîjeryayê, hefteya bihurî êrîş pêk hatibû. Hate ragihandin ku di vê êrîşê de 130 kes mirine.

Êrîş li bajarokê Kajûrû pêk hatibû. Waliyê Eyaleta Kadûnayê Nasir El Rûfaî da zanîn ku hejmara kesên di êrîşê de mirine gihaştye 130'î û got, dibe ku êrîş ji ber sedemeke etnîkî pêk hatibe. 

Şefê polîsan ê eyaleta Kadûnayê Ehmed Evdulrehman ragihand ku piştî êrîşê 11 kes hatine destgîrkirin. 

Walî Rûfaî got, "Hikumet, ji giregirên civakî, lîderên olî û kevneşopî dixwaze ku ji kirinên tolhildanê dûr bisekinin û bawerî li hêzên ewlehiyê û dadweriyê bînin."

Li Eyaleta Kadûnayê bi dehan caran êrîşên çekdarî pêk hatine. Li herêmê nexasim di navbera çeteyên sewalkariyê dikin û komên baweriyê yên hişkeber de ev bûyer diqewimin. 

Seranserê sala 2018'an li eyaletên Zamfara, Kadûna û Katsina şer û gengeşî qewimîn.