Li Nîjeryayê ji ber êrîşa Boko Haram 30 kes mirin

Li bakurê rojhilat ê Nîjeryayê, ji ber êrîşa xwekujî ya çeteyên Boko Haram ku bi DAÎŞ'ê ve girêdayî ne, herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 40 kes jî birîndar bûn.

Êrîş êvara Yekşemê li qadeke ku bi dehan kesî li maça futbolê temaşe dikirin pêk hat.

Li gorî rayedarên xwecihî, li bajarê Konduga yê bi 38 kîlometreyan dûrî paytext Maiduguri ye, sê êrîşkarên xwekuj êrîş kirine.

Hate ragihandin ku herî kêm 30 kes ji ber êrîşan jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî 40 kes jî birîndar bûne. Fikar hene ku encama êrîşan girantir bibe.

Hefteya derbasbûyî li herêmên cuda yên Nîjeryayê herî kêm 154 kes hatibûn kuştin, her wiha 9 kes jî hatibûn revandin.