Li Nîjeryayê çeteyan êrîşî tîma petrolê kirin: 48 mirî

Çeteyên Boko Haram li Nîjeryayê êrîşî tîmeke petrolê kir. Tê gotin, bi qasî 50 kes di vê êrîşê de mirine.

Çeteyên Boko Haram êrîşî konvoyeke berê xwe li bajarê Maîdûgûrî yê eyaleta Borno bû, kirin.

Bûyer li bakurrojhilatê welêt qewimî. 18 ji kesên jiyana xwe ji dest dane leşker in, 15 jî wezîfedarkên ewlekariya herêmî ne. Çavkaniyên nexweşxaneya li herêmê ragihandin, ku 5 jeolog, 4 xebatkarên şîrketa petrolê û 6 kesên din di heman êrîşê de hatine kuştin.

Nîjerya mezintirîn hilberînerê petrola Afrîkayê ye. Nîjerya hewl dide xebatên xwe yên lêgerîna li petrolê, li dora çemê Nîjerê belav bike.

Çeteyên Boko Haram ji sala 2009'an û vir ve êrîş dikin. Di vî şerî de heta niha bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dane.