Li Nîjeryayê çeteyan 21 kes bi saxî şewitandin

Li gundeke dikeve bakurê Nîjeryayê 16 kes ji heman malbatê bi giştî 21 kes ji aliyê çeteyan ve bi saxî hatin şewitandin.

Rayedarên herêmî ragihandin ku kesên bi çek ên bi motorsiklêtan hatin, êrîşî gundiyên gundê Bakali yê eyaleta Kadûnayê kirin, mal û wesayîtên wan şewitandin.

Hate ragihandin ku ev êrîş bersiva êrîşa hêzeke milîsan a xwecihî ku alîgirên hikûmetê ne êrîşî kampeke ya çetayan kiriye hatiye dayîn.

Rayedarê herêmî Sanî Nûhû ê ji AFP’ê re axivî got: “Di êrîşê de 21 kes hatine kuştin.”

Li gorî welatiyên gund ji heman malbatê 5 jê zarok û 5 endamê koma xweparastinê 16 kes kirin piştî xistin heman malê û şûnde ew bi saxî şewitandin.