Wezareta Parastinê ya Nîjerê daxuyaniyek da û ragihand, li bajarê Wanzarbê yê li ser sînorê Malî êrîşek li jendermeyan hatiye kirin.
Nehat eşkerekirin bê êrîş ji aliyê kîjan komê ve hatiye kirin û hat gotin, êrîş ji aliyê "hêzên terorîst" ve hatiye kirin.
Hat ragihandin, ku li vê herêma Tîllabêrî ya li ser sînorê Malî û Bûrkîna Faso ye, ji bo bêbandorkirina koma êrîşkar operasyon tê meşandin.
Tê zanîn, li vê herêmê komên çete yên bi navê El Qaîde ya Magrîb (Aqmî) û Tevgera Cîhadê û Yekîtiya Afrîka Rojava (Mûjao) hene.
Li herêmên rojavayê welêt, ji meha Cotmehê û vir ve di êrîşan de 43 leşkerên Nîjerê jiyana xwe ji dest dan.
Artêşa Nîjerê, cihê xwe di nava operasyonên li dijî çeteyên Boko Haram ên li herêmên başûrrojhilatê welêt in, digire.