Li nêzî Tîkrîtê êrîşa xwekujiyê: 6 kes mirin 42 kes birîndar bûn

Li eyaleta Selahedîn a Iraqê li ber restorantekê êrîşeke xwekujiyê pêk hat. Êrîş bi seyareyeke bombe barkirî pêk hat û herî kêm 6 kes mirin.

Êrîş li bajaroka Haccac a li bakurê Tîkrîtê ku ser bi eyaleta Selahedîn ve ye pêk hat.

Êrîşa xwekujiyê restorantek kire armanc û li gorî daneyên destpêkê yên wezareta tendirûstiyê herî kêm 6 kes mirine û 42 kes jî birîndar bûne. Fikara ku windahî zêdetir in heye.

Berdevkê wezareta tenddirûstiyê ya Iraqê Seyf el-Bedîr, da zanîn ku seyareya bombe barkirî li ber restorantê teqiyaye.