Li Nêzî Kerkûkê helîkoptêreke leşkerî ket, 5 kes mirin

Li nêzî Kerkûkê helîkoptêreke leşkerî dema 'misyona şer' ket û 5 leşker mirin.

Li gorî daxuyaniya niviskî ya artêşa Iraqê li başûrê Kerkûkê li nêzî Amrli helîkoptêreke leşkerî ketiye.

Li gorî daxuyaniyê dema 'misyona şer' helîkoptêrek leşkerî ketiye, 5 leşker mirine.

Nehate gotin bê ka çima helîkoptêr ketiye. Lê artêşa Iraqê bi rengekî pergal li dijî hicreyên DAÎŞ'ê operasyonan dike.