Li nêzî febrîqeyeke kîmyewî teqînek pêk hat: 22 mirî

Li bakurê Çînê, li nêzî febrîqeyeke kîmyewî teqînekê rû da û şewat derket. Herî kêm 22 kes mirin, 22 kes jî birîndar bûn.

Nêzî 50 wesayitên mezin ji ber teqînê şewitîn.

Li febrîqeya koma Hebî Shenghûa Chemîcalê ya li bajarê Zhangjîakoû ku bi 200 kîlometreyî li bakurê rojava yê paytext Pekînê ye, teqînekê rû da. Ji ber teqînê 22 kes mirin. Rayedarên xwecihî gotin, 22 kes jî birîndar bûne. Li ser sedema teqînê agahî bi dest neket.

Zhangjîakoû di heman demê de yek ji wan bajaran e ku wê Olîmpiyada 2022'an lê bê lidarxistin.

Li Çînê salên dawî gelek caran qezayên endustriyê rû dan. Meha Tîrmehê li febrîqeyeke kîmyewî ya li wîlayeta Schûanê teqînek bûbû û 19 kes miribûn, 12 kes jî birîndar bûbûn.

Sala 2015'an jî li bajarê Tîanjînê, li depoyeke ku berhemên kîmyewî lê bû teqîneke mezin pêk hatibû û 165 kes miribûn.