Li Nepalê serokê gerîlayan ê Maoîst bû serokwezîr

Serokê Partiya Komunîst a Maoîst Pûshpa Kamal Dahal bû serokwezîrê nû yê Nepalê.

Serokê Maoîst ji serhildana li dijî monarşiyê ya Nepalê re pêşengtî dikir. Piştî hilbijartina meha borî tifaq bi mûxalefeta sereke re kir û cara sêyemîn bû serokwezîr.

Rayedarên partiyê roja Yekşemê daxuyanî dan û diyar kirin bi hevgirtina Partiya Marksîst û Lenînîst Yekgitrtî û bi alîkariya komên din ên biçûk wê Pûshpa Kamal Dahal ji hikumeta nû re seroktiyê bike.

Pûshpa Kamal Dahal ê ku bi nasnavê Prachanda tê nasîn wê bi sondaxwarinê dest bi peywirê bike û divê li meclîsê îspat bike ku gelek kesan piştgirî daye wî. Heft partiyan soza piştgiriyê dane wî.