Li Nepalê qeza: Herî kêm 18 kes mirin

Li Nepalê otobusa rêwiyan ji rê derket û qeza kir di encama qezayê de hate ragihandin ku herî kêm 18 kes mirin e.

Hate ragihandin ku otobusa rêwiyan ku herî kêm 40 rêwî têde bûn li herêma daristan a 35 kîlometre ji paytexta Nepal Katmandûyê dure ji rê derketiye û bi kendala 400 metre de ketiye.

Di qezayê de li gorî agahiyên destpêkê 18 kes mirine û 16 kes jî birîndar bûne. Li gorî ajansa nûçeyan a ANI qeza li gorî seata xwecihî di seat 17:00’an de pêk hatiye û piştî qezayê seatek û niv agahî ji qezayê girtine.

Li Nepal a ku di cîhanê de cihê herî bilind Everest lê ye bi çiyayên xwe yên bilind tê zanîn. Li welat her sal gelek qezayê trafîkê çêdibin.