Li Nepalê lehî: Herî kêm 101 kes mirin, 64 kes winda bûn

Li Nepalê di serî de paytext Matmandu, ji ber lehî û hezazê ya li gelek deveran herî kêm 101 kes mirin, 64 kes jî winda bûn.

Berdevkê polîsan ê Nepalê Dan Bahadur Karki ji AFP'ê re axivî û got, "Hejmara qurbaniyan gihîşt 101 kesî. Her wiha 64 kes jî winda ne."

Berdevk got, "Li herêmê ku bandor li wan bû, her ku karê me yê lêgerîn û rizgarkirinê dewam bike, dibe ku hejmara miriyan zêde bibe."

Li gorî ajansa meterolojiyê ya Nepalê li paytext Katmanduyê ji sala 1970'î û vir ve barana herî dijwar bariya ye.

Ji ber barana dijwar, rayedaran hişyarî dan ku gelek çem dikarin bifûrin.

Çemên li Katmanduyê fûriya û xaniyên nêzî çem li ber avê ketin.

Li Nepalê îsal ji ber karesatên xwezayî yên ji ber baranê zêdeyî 220 kesan jiyana xwe ji dest dan.