Li Nasimşehîr a Îranê teqînek pêk hat: Kesek mir

Di encama teqîna li dikaneke ya li Nasimşehîr a nêzî paytexta Îran Tehranê kesek mir, gelek kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Televîzyona Cemawerî ya Îranê, li dikaneke dikeve kolana Tohîd a Nasimşehîr a nêzî paytexta Îran Tehranê teqînek pêk hatiye. Di teqînê de kesek mir, gelek kes jî birîndar bûn. Nêzî 30 davahî ji ber teqînê ziyan gihiştinê.

Televîzyonê destnîşan kir dikana teqîn lê pêk hat, pîl difirot, kesek miriye û bi kêmanî 10 kes jî birîndar bûne.

Nêzî 10 wesayît û 30 malên derdorî jî ziyan li berketine. Têkildarî sedemê teqînê ti agahiyek nehate parvekirin.