Li Myanmarê keştiyek noqî binê avê bû: Herî kêm 11 kes mirin

Li peravên başûr ên Myanmarê, keştiyek ku barekî giran lê bû û nêzî 30 kes tê de bûn, noqî binê avê bû. Hate ragihandin ku herî kêm 11 kes mirin, yên din jî winda ne.

Rahîbekî Bûdîst ê ji gundê Kyauk Kar ê li herêam Tanintharyi ya li başûrê Myanmarê daxuyaniyek da AFP'ê û diyar kir ku sibeha Yekşemê 10 û roja Duşemê jî cesedek dîtin.

Rahîb got, "Keştî êvarê saet di 9.00 de ji gund veqetiya, ku ev yek saeteke gelekî dereng bû. Barê xwe zêde bû û noqî binê avê bû."

Heman çavkanî diyar kir ku di keştiyê de zarok û ciwan hebûn ku piştî betlaneya du hefteyan vedigeriyan Myeikê ku dibistanên wan lê ye.

Li Myanmarê ji ber kêmasiya di binesaziyê û sistbûna ewlekariyê, qezayên keştiyan gelek caran rû didin. Keştiyên li peravê û li nava çem diçin bi giranî barê wan zêde ye.